Amerîka bi rêya Almanyayê alîkariya artêşa Ukraynayê dike

Amerîka bi rêya Almanyayê alîkariya artêşa Ukraynayê dike

 Cîgira Serokê Ofîsa Rojnamevanî ya Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ragihand, Amerîkayê li Almanyayê komeleyeke nû ji bo alîkariya Ukraynayê dirust kiriye.

Sabrina Singh ragihandiye, ew komeleya ku hatiye dirustkirin, çavdêriya rewşa Ukraynayê û gihandina alîkariya serbazî bo wî welatî dê bike.

Singh eşkere kiriye, komele ji aliyê Pentagonê ve biryara pêkanîna wê hatiye dayîn û di bin navê SAGU de kar dike.

Herwiha diyar kir, ofîsa sereke ya komelgehê li bajarê Wiesbaden yê Almanyayê ye û Fermandariya Hêzên Amerîkayê ya li Ewrûpayê serperiştiya wê dike û tê de çavdêriya rewşa serbazî û şiyana rûbirûbûna artêşa Rûsyayê tê kirin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye û Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka û welatên rojava bi giştî berevanî û piştevaniya Ukraynayê dikin.

Pustên heman beş