Amerîka daxwazê ji Îraqê dike arêşeyên hinardekirina petrola Kurdistanê çareser bike

Amerîka daxwazê ji Îraqê dike arêşeyên hinardekirina petrola Kurdistanê çareser bike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê daxwazê ji Îraqê dike ku arêşeyên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de çare bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz bi rêya tilefonê danûstandin bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kirin, û nîgeraniya xwe jî ji ber lehiya vê dawiyê ya bajarê Bexdayê diyar kir.

Waltz tekez li ser giringiya avêtina pêngavan ber bi peywendiyeke xurt li ser bingeha berjewendiyên ewlehî û bazirganî yên hevpar kir. Amaje jî da ku biryara nûkirina destberdana ji sizayên li ser hinardekirina kareba Îranê bi stratejiya “zêdetirîn givaştin” a Serok Trump li ser Îranê hev re digire, û givaştin li ser Îranê zêdetir dibin eger Îran li ser pêşxistina şiyanên çekê atomî û piştevaniya terorê li seranserî deverê û berdewam be.

Navbirî pêşwaziya bizavên Serokwezîrê Îraqê ji bo bidestxistina serxwebûna enerjiyê ji bo Îraqê kir, herwesa piştevaniya Hikûmeta Îraqê kir ku pêşwaziya li kompaniyên enerjiyê yên rojava û Amerîkayê ji bo nav kertê petrol û gazê yê Îraqê zêdetir bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê herwesa daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir ku, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo çarekirina duberekiyên peymana mayî û pêdana paşkeftiyê qerzdarê kompaniyên enerjiyê yên Amerîkayê kar bike, herwesa daxwaz kir ku Hikûmeta Îraqê rêkxistinkerekê weberhênanê ji bo karkirina bi kompaniyên Amerîkayê re bihêle, ku dixwazin li Îraqê kar û weberhênanê bikin.

Michael Waltz spasiya Sûdanî kir, ji ber pabendbûna wî bi peywendiyên dualî yên Amerîka û Îraqê, herwesa tekez li ser pabendbûna birêveberiya Trump ji bo xurtkirina peywendiyên enerjî û aborî yên navbera her du welatan jî kir, ji bo ku mifayî bigehîne her du gelên Amerîka û Îraqê.

Pustên heman beş