Melayê navdar ê Belûç: Bila li Îranê referandûm were kirin

Melayê navdar ê Belûç: Bila li Îranê referandûm were kirin

Melayê navdar yê Belûçiyên Îranê Mewlewî Ebdulhemîd di gotara nimêja Înê de diyar kir ku “piraniya xelkê Îranê nerazî ne” û got: “Eger bikarin, bi amadebûna çavdêriya cîhanî referandûm birêve bibin û encam jî her çi be, qebûl bikin.”

Mewlewî Ebdulhemîd li bajarê Zahîdan yê Îranê di gotara Înê de got: “Nikarin bi kuştin, girtin û lêdan, xelkê paşve vekişînin ku zêdetirî 50 roj in xwepêşandanê dikin.”

Ebdulhemîd got: “Çima jin serpoşên xwe dişewitînin? Serpoş beşek ji çanda Îranî û Îslamî ye. Kê ew jin hêrs kirine? Wan jinan çi zilm û zordarî dîtine ku wisa serpoşên xwe dişewitînin? Gelo hin dikarin bi zorê xelkê bibin bihiştê, divê bizanin ne Şîe û ne Sunne bi zorê naçin bihiştê. Daxwaza xelkê cîbicî bikin, ev bingeh û rêya sereke ye.”

Zahîdan navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistan e û zêdetirî 600 hezar Belûç li wê derê dijîn. Ew parêzgeh dikeve başûrê Îranê û ligel welatên Efxanistan û Pakistanê hevsînor e.

Beriya mehekê, piştî temambûna nimêja Înê ya Mewlewî Ebdulhemîd, xelk ji bo şermezarkirina “destdirêjiya seksî ya fermadarekî hêzên Întîzamî bo ser keçekê” kom bûbûn, lê belê hêzên ewlehiyê teqeyên rasterast li wan kirin û di encamê de nêzîkî 100 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Pustên heman beş