Li Îranê dijî Belûcan tundî: 16 mirî

iran-balocistan-sistan

Di xwepêşandanên piştî nimêja înê ya li bajarê Xaş ê eyaleta Sîstan Belûcistan a Îranê de, hejmara kesên ku di encama destwerdana hêzên ewlehiyê ya li hemberî xwepêşanderan de jiyana xwe ji dest dan derket 16an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser rûpela Telegramê ya melayê sunne yê Îranê Mewlewî Ebdulhemîd Îsmaîlzehî, di xwepêşandanên bajarê Xaşê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de rexne li bikaranîna hêza bê hevseng ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê kirin û got “Girseya ku li ber avahiya parêzgariya Xaşê kom bû bi qîrîna dirûşmeyan û kevir avêtin avahiyê. Hêzên ewlehiyê bersiva kevirên avêtinê da û gule li xwepêşanderan reşandin”.

Melayê nimêja Înê Îsmaîlzehî yê bajarê Zahîdanê ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girtine wiha got:

“Li Xaşê herî kêm 16 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Nayê zanîn çima helwesta polîsên parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ji parêzgehên din cudatir e. Li vê parêzgehê mirov bê merhemetî tên kuştin û di nava xwînê dedihêlin.

Duh roja Îna bixwîn li bajarê Zahidanê, îro karesata bi xwîn a li bajarê Xaşê zulmên mezinên û cudakariyê derdixe holê. Ez vê karesatê şermezar dikim. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim”.

Rêxistina Çalakvanên Balûc ragihandibûn ku di bûyerên li Xaşê de kesek jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş