Bahçelî: Îmralî yek ji muxbîrên herî cidî yên armanca Tirkiyeyek bê teror e

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma parlemanî ya partiya xwe de derbarê pêvajoya aştiyê de daxuyanî da.
Bahçelî careke din li ser pêvajoyê axivî û got: Tirkiye li ber deriyekî dîrokî ye. Pirsgirêka rastîn ew e ku di cîhanek guherbar de rolek pêşeng bilîze.
Bahçelî rexne li wan kesan jî kir ku, dibêjin divê Bahçelî ji bo helwesta xwe werê darizandin û got: Hûn ew in ku ji ber xapandina xwe ya torbeyê û hezkirina xwe ya ji bo tiştên piçûk têne darizandin. Di vî temenî de, ez bi wêrekî û rastgoyî radigihînim: Ez tenê hêvî dikim ku miletê Tirk aramiyê bibîne, terorîzm ji jiyana me bi awayekî daîmî were rakirin, bila me darvebikin. Me qet guh nedaye van parêzvanên derewîn.
Bahçelî behsa serdan Îmralî jî kir û got: Îmralî yek ji muxbîrên herî cidî yên armanca Tirkiyeyek bê teror e. Serdana wekîlan bo giravê pêşketinek dîrokî ye. Ez bi dil û can spasiya wekîlên me dikim.