Şingal: PKK windahiyên xwe di êrîşên hewayî de vedişêre

Şingal: PKK windahiyên xwe di êrîşên hewayî de vedişêre

Li Şingalê PKK windahiyên xwe di êrîşên hewayî de vedişêre û gel beşdarî meşa ji aliyê PKK ê ve hatî organîzekirin nabe.

Di hefteya dawî de 4 êrîşên hewayî li ser Şingalê pêk hatin. Gelê Şingalê ditirse, PKK bûyeran berevajî dide çapemeniyê. Gel ji êrîşên hewayî û helwesta PKK ê bêzar bûye. Ji ber vê sedemê tevî hemû zextên PKK ê beşeke pir kêm a gel beşdarî meşa PKK ê ya 4 ê Mijdarê ya li Şengalê bû.

PKK mirovan weke mertalên zindî bikartîne

Di hefteya dawî de 4 êrîşên hewayî li ser Şengalê hatin kirin. Hêzên ser bi PKK ê ve, ji bo xwe ji êrîşên hewayî biparêzin gelê herêmê weke mertal bikartîne. Li nav malên gel dimîne û di saziyên ji gel re hatine vekirin de xwe bi cîh dike.

PKK şervanên ji Bakur û Rojava anîne Şingalê, li ber çavê çapemenî û raya giştî vedişêre, naxwaze werin dîtin. Lê belê ji ber bikaranîn a telefon û înternetê, ji aliyê dewleta Tirk ve tên şopandin. PKK dixwaze nêzî sêsed şervanên ne-êzidî di nav çend şervanên êzidî de dabeş bike û veşêre. Her wiha gelek kadroyên ne êzidî jî di bin navê xwendina ciwan û jinan de li Şingalê xebatên rêxistinî di meşînin.

PKK der barê encamên êrişên hewayî de agahiyên derew balav dike û nasnameyên wan vedişêre

Piştî êrîşa hewayî pê hatî, PKK nahêle gel nêzî cihê bûyerê bibe. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Di rastiyê de nasnameya kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne jî tê veşartin. Herî dawî di êrîşa hewayî ya şeva 3 ê Mijdarê de PKK ê bi zanebûn encama bûyerê berevajî kirin. PKK ê navê şervanên ji Bakur û Rojava yên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wek Êzidî destnîşan dike an jî qet qala wan nake.

Herwiha PKK weke her car hewl dide ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van êrîşan tawanbar bike. Lê ti hêzeke Pêşmerge li herêmê nemaye. PKK ji bo ku bertekên raya giştî nekişîne ser xwe bi hêsanî Hikumeta Herêma Kurdistanê tawanbar dike.

PKK bi zorê gel tevlî meşê dike

Piştî her bûyera li Şingalê diqewime, PKK girseya xwe ya mobîl derdixe kolanan, ji bo ku bibêje gelê Şingalê bi min re ye. PKK vê girseya mobîl bi wesayîtan vediguhêze û dirûşman pê dide avêtin. Berê her çendî gel heta radeyekê beşdar dibû, lê ji ber ku ji derew û pêkanînên PKK ê bêzar bûne êdî tevlî xwepêşandanan nabin. Di 4 ê Mijdarê de PKK mal bi mal digeriya û dixwest gel kaşî kolanan bike. Lê belê gel neçû. Tenê komeke biçûk a zarokên malbatên wan li derdora PKK ê rêxistinkirî, di nava YBŞ ê de xwedî maaş, tevlî vê meşe bûn.

Rêkeftina Şingalê tê astengkirin

Hebûna PKK û hevkarê wê Heşdî Şeibî, rê nade ku gel vegerin Şingalê. PKK ji aramî û asayîbûna rewşa Şingalê aciz e, rê li ber rêkeftina Şingalê ya ku bi cavdêrîya nûnerê dewletên yêkbûyî de di navbera hikûmeta Iraq û Kurdistanê de hatiye îmzekirin, digire. Rewşa awerte a Şingalê ji bo PKK ê weke derfet tê bikar anin.

Pustên heman beş