Du berpirsên jin yên PKK ê xwe radestî Tirkiyê kirin

Du berpirsên jin yên PKK ê xwe radestî Tirkiyê kirin

Hejmara berpirsên PKK ê yên ku xwe radestî Tirkiyê dikin roj bi roj zêde dibe, herî dawî du berpirsên darayî yên PKK ê li Rojava Kurdistanê xwe radestî Tirkiyê kirine û agahiyên her girîng li ser PKK ê bi Tirkiyê dane.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî du jine berpirsên PKK ê yên bi navê “Şervîn û Zîlan” ku berpirsyarên darayî yên YPJ ê bûn li Qamişloyê, li rêkeftî 18/9/2022an bi şev xwe radestî mîta Tirkiyê kirine.

Çavkaniyên me eşkere kirin, “Şervîn û Zîlan” nêzî saet 02:00 şev bi wesayîta xwe ya ji cureyê «Hyundai Santa Fe» li gundê “Banokiyê” yê ser bi Dêrkê ve di nêvbera sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de xwe radestî mîta Tirkiyê kirine, dema nêzî sînorê Tirkiyê dibin hêzên leşkirî yên Tirkiyê dîwarê bi beton li ser sînor hatiye çêkirin rakiriye û pêşwazî li van du jine berpirsên PKK ê kirine.

Çavkaniyên me her weha tekez kirin, Şervîn û Zîlanê agahiyên herî girîng yên PKK ê weke kesên alîkariya PKK ê dikin, çavkaniyên wê yên darayî, hejmara hêzên wê, ciyê berpirsên PKK ê yên bilind û hwd… Bi xwe re birine û bi Mîta Tirkiyê dane.

Ev di demekî de ye ku PKK e berdewam partiyên din yên Kurdistanê weke PDK ê bi vê yekê sûçbar dike ku têkilî bi Tirkiyê re hene û agahiyên li ser PKK ê bi dewleta Tirkiyê dide, lê PKK e bi xwe û bi hin rêyên cuda agahiyan dide dewleta Tirkiyê û piştre partiyên din tawanbar dike, yek ji van rêyan jî eve ku dem bi dem hin ji berpirsyarên PKK ê xwe teslîmî Tirkiyê dikin û agahiyên herî girîng bi mîta Tirkiyê didin.

Pustên heman beş