Tirkiyê karwaneke din a leşkerî ji herêma “kêmkirina rageşiyê” vekişand

turkey-army-idlib

Artêşa Tirkiye karwaneke din a leşkerî ji herêma “kêmkirina rageşiyê” ya li Idlibê ber bi axa Tirkiyê ve vekişand.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke Tirkiyê ku ji nêzîkî 40 otombîlên barhilgir û wesayitên zirxî yên giran pêk dihat, ji devera “kêmkirina rageşiyê” ber bi axa Tirkiyê ve, vekişand.

Bi vî awayî, artêşa Tirkiyê tevahiya lîwaya 8’an a hêzên xwe yên li herêma “kêmkirina rageşiyê” vekişand.  

Li gorî zanyariyên Rewangehê, 9 lîwayên artêşa Tirkiyê ku hejmara her lîwayê 1500 leşker in, bi hemû alavên xwe, tank û wesayîtên giran li wê navçeyê hene.

Di 29ê Cotmeha borî de jî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov belav kiribû ku karwaneke leşkerî ya Tirkiyê ku ji 7 tank, 10 zirîpoş û 15 barhilgiran pêk dihat, ji devera “kêmkirina rageşiyê” ber bi axa Tirkiyê vekişandibû.

Sînorên herêma çaremîn a kêmkirina rageşiyê li Idlibê, di gera şeşemîn a danûstandinên Astanayê de di Îlona 2017an de hatin xêzkirin, û parêzgeha Idlibê, ligel hin deverên ji gundewarê Heleb, Hemayê û Laziqiyê li xwe digire.

Pustên heman beş