Hejmara qurbaniyên teqîna Stenbolê zêde bû

Hejmara qurbaniyên teqîna Stenbolê zêde bû

Li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rû daye. Li gorî dawî zanyariyan jî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 53 kes jî birîndar bûne.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê destnîşan kir, hêzên polîsan gihîştin cihê bûyerê û li kolanê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da wiha got: “Îro demjimêr di 16.20’an de li taxa Beyoglûyê li Kolana Taksîm Îstîklalê teqînek pêk hat.

PEYAMA ERDOGAN

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê teqîna Stenbolê di daxuyaniyekê de hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da û çakbûna zû ji birîndaran re xwast.

Serokomarê Tirkiyê got, ew ên ku destê wan di teqînê de hene, dê werin aşkerekirin û cezakirin.

Erdogan diyar kir ku hejmara kuştiyan bilind bû û gihîşt 6 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 53 kesan.

Pustên heman beş