Rojhilatê Kurdistanê – 6 hemwelatiyên xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin

Rojhilatê Kurdistanê – 6 hemwelatiyên xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin

Du rojên borî de di xwepêşandanên xelkê bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê, di encama gule rêşandina hêzên Îranê de 6 hemwelatiyên bajar ên bi navên Mistefa Şeibanî, Xefûr Mewlûdî, Hejar Mam Xesrewî, Hîwa Cancan, Emced Înayetî û Mîlad Meirûfî canê xwe ji dest dan.

Vê derbarê de rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand: Şeva 17.11.2022yê 5 hemwelatiyên bajarê Bokanê yên bi navên Mistefa Şeibanî, Xefûr Mewlûdî, Hejar Mam Xesrewî, Hîwa Cancan û Emced Înayetî bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve canê xwe ji dest dan.’’

Herwaha li gor heman rêxistinê ragehandiye, Kewser û Kamîl Şeibanî, ku xwîşk û birayên Mistefa Şeibanî ne û roja berî wê li şeqama Serdar Ezîz Xan Mukrî li taxa Mecburawa ya bajarê Bokanê bi guleyên hêzên Îranê hatibûn kuştin û şeva borî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine revandin. Hêzên Îranê birêvebirina serxweşiyê li mizgeft û malê ji wê malbatê re nedaye û rêgirî li her cure hatûçûnekî xelkê bo wê malê dikin.’’

Xefûr Mewlûdî jî zewicî ye û bavê 3 zarokan û merasîma veşartina termê wî jî duh li gundê Saholan birêve çû.

Ji aliyê din ve Mîlad Meirûfî jî temenê wî 23 sale û roja Pêncşemê bi guleyên hêzên Îranê ve bi giranî birîndar bibû, duh 18.11.2022yê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gor rêxistina Hengaw xelkê xwepêşander ê bajarê Bokanê li hember tundiyê bê sînor a hêzên Îranê berevaniya xwe kirine û du endamên Sipaha Pasdarên Îranê yên bi navên Mehdî Esnaieşrî û Rehîm Subhanî jî hatine kuştin.

Pustên heman beş