Balyozxaneya Kanada ya li Iraqê tevî şermezarkirina êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, tekez kiriye ku “divê Îran êrîşên xwe rawestîne”.
Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, Balyozxaneya Kanada ya li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û kampa penaberan şermezar dikin.”
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat destnîşankirin: “Êrîşên bi vê cûreyê, serweriya Iraqê binpê dikin û jiyana xelkê sivîl dixin metirsiyê. Divê Îran van êrîşan rawestîne.”
Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, Îranê bi rêya dron û mûşekan çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc. Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Behzad şehîd bû.
Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya wan êrîşan girte ser xwe û ev êrîş li navxwe û navdewletî rastî karvedanan hat, ku Amerîka û welatên Ewropî daxwaza rawestandina êrîşan kirin ku serweriya axa Iraqê binpê dikin.