Amerîka nerazîbûnê li hember her êrîşeke Tirkiyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê nîşan dide

Amerîka nerazîbûna xwe li hember her kiryareke leşkerî ya Tirkiyê li Iraq û Sûriyê nîşan da û ragihand, ew yek wek metirsî li ser armancên hevbeş ên şerê li dijî DAIŞê dike.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, “Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ji ber canjidestdana sivîlan li Sûriye û Tirkiyê hevxemiya xwe nîşan dide”.

Wezareta Derve ya Amerîka got: “Em bang li kêmkirina rageşiyê li Sûriyê dikin, ji bo parastina jiyana sivîlan û piştgiriya armanca hevpar a têkbirina DAIŞê”.

Di heman demê de jî Amerîka nerazîbûna xwe li hember her kiryareke leşkerî ya ne bi hevahengî ku serweriya Iraq binpê bike nîşan da.

Wezareta Derve ya Amerîka got: “Em berdewam in li dijî her kiryareke leşkerî ya ne bi hevahengî li Iraqê ku serweriya Iraqê binpê dike”.

Ev daxuyanî piştî wê tê, roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Her wiha Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev di destpêka civînên danûstandinên Astanayê de, bang li Enqerê kir ku xwe bigire û rewşa Sûriyê aloztir neke.

Pustên heman beş