Washington: Mafê Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike

Washington: Mafê Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike

Li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Washington piştevaniya Enqerê dike û dibêje, mafê Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike.

Koşka Spî îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan belav kiriye, Tirkiye rûbirûyî gefa terorê bûye û mafê wê heye ku berevaniya xwe bike.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî daxwaza rawestandina aloziyên li Sûriyê kir û ragihand, alozkirina rewşa Sûriyê, giyanê welatiyan û proseya rûbirûbûna DAIŞê dixin metirsiyê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser vê mijarê ragihand, hêzên me ji êrîşên Tirkiyê yên li dijî bakurê Sûriyê, metirsî li ser wan çênebû.

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Pustên heman beş