Pentagon: Êrîşên asmanî yên Tirkiyê ewlehiya leşkerên me dixe metirsiyê

us army syria 2022

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi tundî operasyonên asmanî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku êrişên asmanî yên vê dawiyê yên Enqerê, ewlehiya leşkerên Amerîkayê xistiye metirsiyê.

Pentagonê şeva borî ragihand, êrîşên asmanî yên vê dawîyê yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê ewlekarîya leşkerên Amerîkî dixe metirsîyê û têkoşîna berfireh a bi salan li dijî çekdarên DAIŞê jî dixe metirsîyê.

Ev daxuyanî, şermezarkirina herî tund a Amerîkayê li hember operasyonên asmanî yên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, nîşan dide.

Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder di daxuyaniyekê de got: “Êrîşên asmanî yên vê dawiyê li Sûriyê, rasterast ewlekariya leşkerên Amerîkî yên ku li Sûriyê bi hevkarên xwecihî re ji bo têkbirina DAIŞê dixebitin, dixe metirsiyê”.

Her wiha Ryder got jî: “Amerîka têdigihe nîgeraniyên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyê”.

Ryder got jî: “Aramiyeke dimildest pêwîst e ji bo domandina erkê têkbirina DAIŞê û dabînkirina ewlekarî û selametiya leşkeran li ser erdê”.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîka li Sûriyê hene, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê li bakurê rojhilatê Sûriyê û bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re kar ji bo şerê li dijî paşmahiyên DAIŞê dikin.

Tirkiyê ji roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an ve, dest bi operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye û duhî jî 3 kêlgehên petrolê, derdora zîndana Çirkîn a ku endamên DAIŞ lê girtî ne, Ofîsa Pêwendiyan a HSDê ya li nava baregeha Rûsî li gundê Mebaqir ê ser bi Til Temirê ve û kampa Holê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl û şervanên HSDê hatine kuştin.

Wek karvedanekê li hember van êrîşan û bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.

Pustên heman beş