Hestiyên Gerîlayan li çiyayê Gabarê hatin dîtin

Şirnexê-pkk-gabar

Wezareta navxwe ya Tirkiyê, li herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê Şirnexê û Sêrtê operasyoneka leşkerî li dijî rêxistina PKKê destpêkir. Di yêk ji sitargehên li çiyayê Gabarê de, hestiyên hin Gerîlayan hatin dîtin.

Li gorî daxuyanîyeke wezareta navxwe ya Tirkiyê, îro roja pêncşemî 24\11\2022 li Şirnexê û Sêrtê, li dijî çekdarên rêxistina PKKê “operasyona payîz- zivistan – 15 Eren dorpêç” hatiye destpêkirin.

Hêzên fermandariya cendirmeya Şirnexê, komando û tîmên cerdevan bi tevahî 755 kes beşdarî operasyonê bûn.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de tê gotin ku “di roja ewl a operasyonê de li herêma çiyayê Gabarê 8 şikeft û 2 sitargeh hatin tesbîtkirin, di hundirê wan de roketavêj, hawin, tiveng, dûrbîn, çente, cil û berg hatin bidestixistin”.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê her wiha dibêje ku hin hestî jî hatin dîtin ku dibe ew hestiyên 2 Gerîlayên PKKê bin.

Pustên heman beş