Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, Amerîka û Îran li dijî operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ne.
Mezlûm Ebdî îro Şemiyê 26ê Mijdarê, di konferanseke rojnamevanî ya online de li ser gefên artêşa Tirkiyê yên êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê got: “Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike.”
Ebdî li ser helwesta civaka navdelwetî û bi taybetî jî helwesta Amerîkayê li hember gefên Tirkiyê got: “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser egera rêkeftina hikûmetên Şam û Enqerê li ser operasyonê, diyar kir: “Bawer nakim hevahengî di navbera artêşa Tirkiye û Sûriyê de hebe. Em hêvî dikin Sûriye bersiv bide gefên artêşa Tirkiyê.”
Ebdî her wiha got: “Em dixwazin kêşe bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin. Hêzên me ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê amade ne. Ez bawer im, eger Tirkiye gefên xwe bike êrîş, dê helwesta Amerîkayê tundtir bibe.”