Rêveberya Xweser: Di operasyona Tirkiyê de 59 kes hatin kuştin

Rêveberya Xweser-flag-hsd-qsd-ypg-pkk-rojva-kurditan-syria-turkey

Rêveberiya Xweser ragihand, di 6 rojên destpêkê yên operasyona Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din yên di bin kontirola HSDê de, 59 kes hatine kuştin ku 19 ji wan şervanên HSDê û hêzên Asayîşê ne.

Îro roja şemiyê 26/11/2022, Rêveberîya Xweser ragihand, di encama bombebarana şeş rojan de, 19 şervanên HSDê û endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da ne, herî kêm 16 sivîl û 24 leşkerên Sûryê jî hatin kuştin.

Her wiha diyar kir, di operasyonê de 73 kes jî birîndar bûne ku 33 sivîl, 13 şervan û endamên Asayîşê û 25 jî leşkerên Sûryê ne.

Roja yekşemiyê 20\11\2022, Tirkiyê dest bi operasyoneke asmanî li dijî Rojava Kurdistanê kir û çeperên HSDê û YPGê borodman kirin, Rêveberîya Xweser ragihand, Tirkiyê di wan êrşan de 50 firokeyên şer û 20 firokeyên bê firokevan bikar anîne, ku ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê rabûn.

Pustên heman beş