Li Diyarbekirê 22 jin hatin desteserkirin

Li Diyarbekirê 22 jin hatin desteserkirin Serdozgerê Komarî yê Enqerê bi îdiaya endamtiya PKKê biryara desteserkirina 50 jinan daye û 22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin. Bi daxwaza Serdozgerê Komarî yê Enqerê îro li 14 bajaran biryara desteserkirina 50 jinan hatiye dayîn û 22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin. Serdozgerê daxuyandiye ku operasyon bi îdiaya endamtiya PKKê û li hember rêxistinbûna jinan hatiye kirin. Di operasyonên ku îro li malên 50 jinan hatine kirin de 22 jinên ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe, hatine destserkirin û ji ber ku lêpirsîn li Enqerê hatiye vekirin, tê çaverêkirin ku jinên desteserkirî ji bo Enqerê bên veguhastin. Dozgerê lêpirsînê ragihandiye ku ji bo desteserkirina jinên din ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe jî lêgerîn berdewam dike.

Serdozgerê Komarî yê Enqerê bi îdiaya endamtiya PKKê biryara desteserkirina 50 jinan daye û  22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin.

Bi daxwaza Serdozgerê Komarî yê Enqerê îro li 14 bajaran biryara desteserkirina 50 jinan hatiye dayîn û 22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin. Serdozgerê daxuyandiye ku operasyon bi îdiaya endamtiya PKKê û li hember rêxistinbûna jinan hatiye kirin.

Di operasyonên ku îro li malên 50 jinan hatine kirin de 22 jinên ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe, hatine destserkirin û ji ber ku lêpirsîn li Enqerê hatiye vekirin, tê çaverêkirin ku jinên desteserkirî ji bo Enqerê bên veguhastin.

Dozgerê lêpirsînê ragihandiye ku ji bo desteserkirina jinên din ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe jî lêgerîn berdewam dike.

Pustên heman beş