Austin bo Akar: Em li dijî operasyoneke nû ne

turkey-usa

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ligel Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi rêya telefonê axivî û jê re ragihand ku Amerîka bi awayekî tund li dijî operasyoneke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî de Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser mijarên berevanî û ewlehiyê ya navçeyê axivîne.

Hulusî Akar di pêwendiyê de aniye ziman ku Tirkiye û Amerîka du hevbeşên girîng in û “operasyonên li dijî terorê, di çarçoveya mafên berevaniya rewa yên madeya 51 a Peymana Neteweyên Yekgirtî de têne kirin”.

Akar gotiye ku “di operasyonên têkoşîna dijî terorê de armanca yekane terorîst in û hêzên Hevpeymaniyê an jî sivîl dê ziyanê nebînin”.

PENTAGON: EM BI AWAYEKÎ TUND LI DIJÎ OPERASYONÊ NE

Piştî pêwendiyê, ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ji ber êrîşên li Cadeya Îstiklalê, Kilîs û Dîlokê, sersaxî li Hulusî Akar kiriye.

Lloyd Austin daxwaz kiriye ku rakêşiya li Sûriyê were kêmkirin û eşkere kiriye ku Amerîka bi awayekî tund li dijî operasyoneke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Austin diyar kiriye, operasyonên asmanî yên ku jiyana leşkeran dixe metirsiyê, divê werin rawestandin.

Pustên heman beş