Li Tirkiyê balefirek biçûk ket û 2 kes mirin

Li Tirkiyê balefirek biçûk ket û 2 kes mirin

Li Bursa ya Tirkiyê balefirekî biçûk a perwerdê nêzîkî santrala termîk ket û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragehandin li herêmê mijeke zêde heye, lê heta naha nayê zanîn ji ber çi sedemekî bûyer pêkhatiye.

Li Bursayê balefirekî biçûk a perwerdê ji ber sedemekî nayê zanîn li herêmekî vala ket û bûyer li navçeya Osmangazî ya Bursayê û li taxa Ovaakça û nêzîkî santrala gaza xwezayî pêkhat.

Balafira ku demjimêr 15:13ê li balefirgeha Pamukova ya Sakarya ya Tirkiyê rabû, demjimêr 15:32 ket xwarê.

Parêzgerê Bursayê Yakup Canbolat ragehand, di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bûyer ji hemû aliyan ve tê lêkolîn kirin û tîmên me xebatên xwe berdewam dikin.

Pustên heman beş