HSDê bîlançoya êrîşa dewleta Tirk ragihand

hsd-qsd-rojava-turkey

Hêzên Sûryaya Demokratîk bîlançoya 48 saetên derbasbûyî yên êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê ragihandin û li gorî wê, herêmên Firatê, Efrînê û Cizîrê li van du rojan hatine topbaran kirin.

HSDê îro roja pêncşemî 1/12/2022 bîlançoya rojên 29 û 30 mijdarê yên êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava Kurdistanê ragihand û li gorî wê, li herêma Cizîrê Til Temrê, li herêma Firatê Kobanî, Girê Sipî û Eyn Îsa û Minbicê hatine topbaran kirin, her wiha li gundên herêma Efrînê.

HSDê da zanîn ku di êrşan de Şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye û Şervanek jî birîndar bûye.

Êrişên dewleta Tirk li ser Rojava Kurdistanê, ketin roja xwe ya 12an, tevî êrîşên asmanî Tirkiyê gef xwarine ku ew ê êrîşa bejayî jî dest pê bike.

Pustên heman beş