Artêşa Amerîka û HSDê gerên xwe yên li dijî DAIŞê radiwestînin

Artêşa Amerîka û HSDê gerên xwe yên li dijî DAIŞê radiwestînin

Ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, hêzên Amerîkî gerên xwe yên hevbeş ên bi HSDê re yên li dijî DAIŞê, rawestandin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka duhî Înê ragihand, ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li bakurê Sûriyê, hêzên Amerîkî gerên xwe yên hevbeş ên bi HSDê re yên li dijî DAIŞê, rawestandin.

Ev yek di demekê de ye, biryar e îro gerên din ên ewlehiyê, bi taybet li derdora girtîgehên DAIŞê dest pê bikin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka Kolonel Joe Buccino diyar kir, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo parastina ewlehiya kampa Holê û navendên binçavkirin û zindanan, di gerên xwe de berdewam e.

Tekez kir jî, DAIŞ jî li ser ewlehî û aramiya herêmê, gefeke berdewam e.

HSDê jî got ku wan hemû operasyonên xwe yên hevbeş yên li dijî terorê ligel Amerîka û hevpeymanên din rawestandin, ew jî di encama êrîşln Tirkiyê li ser navçeyên di bin kontrola wê de.

Berdevkê HSDê Aram Hanna ji “Reuters” re axivî û got: “Me hemû hevahengî û operasyonên hevbeş ên dije-terorê bi Hevpeymaniya Navdewletî re û her wiha “hemû operasyonên taybet ên hevbeş ku me bi rêkûpêk pêk dianîn, rawestandin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî John Kirby duhî Înê ji rojnamevanan re ragihand, weke berê, dema operasyonên Tirkiyê li bakurê Sûriyê tên kirin, ew bandorê li operasyonên dijî DAIŞê dikin.

Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de operasyonên asmanî pêk tîne, Amerîka jî ji yekê ne razî ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî roja Çarşema borî ji hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar re gotibû: “Amerîka bi tundî li dijî her operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê li Sûriyê ye.”

Pustên heman beş