Encûmena Nûneran a Amerîka: Êrîşên Tirkiyê hewlên têkbirina DAIŞê li Sûriyê dixe metirsiyê

Encûmena Nûneran a Amerîka: Êrîşên Tirkiyê hewlên têkbirina DAIŞê li Sûriyê dixe metirsiyê

Piştî Pentagon û Koşka Spî, Encûmena Nûneran a Amerîkayê jî bang li Tirkiyê kir ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê neke.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja Şemiyê got, ew pir nîgeran in ku êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê, hewlên şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê têk bibe.

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Gregory Meeks di daxuyaniyekê got: “Piştî teqîna ku di destpêka vê mehê de li Stenbolê rû daye û di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, nîgeraniyên ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê yên rewa hene”.

Lê Meeks got jî: “Lê belê, li gel wê jî em gelekî nîgeran in ku êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser HSD’ê, hewldanên li dijî DAIŞ’ê dixe metirsiyê. Di dema ku DAIŞ êrîşên xwe yên terorîstî didomîne û hewl dide dubare xwe birêkxistin bike”.

Daxuyaniyê daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku xwe ji her cure karekî ku şiyana Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê têk bibe, dûr bixe.

Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve ni riya firokeyên şer, dron û topxaneyê dest bi operasyoneke li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de kiriye, lê Amerîka jî ji vê yekê ne razî ye.

Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duhî li Rihayê got: “li seranserê sînorê başûr em ê korîdora ewlehiyê temam bikin”.

Pustên heman beş