Îranê 4 kes bi sûça alîkariya îstixbarata Îsraîlê darvekirin

Îranê 4 kes bi sûça alîkariya îstixbarata Îsraîlê darvekirin

Rejîma Îslamîya Îranê, piştî ku 4 hemwelatiyên xwe bi hevkariya îstixbaratî ya bi Îsraîlê re sûçdarkirin, îro roja yekşemê darvekirin, dadgeha bilind a Îranê hefteyekê berê ev ceza li ser wan pejirandibû.

Pêgeha Mîzan News ya ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve, îro roja yekşemî 4/12/2022 ragihand, îro di saetên serê sibehê de, cezayê darvekirinê li ser 4 hemwelatiyên Îranê hat cî bi cî kirin, piştî ku li hefteya rabûrî ji hêla dadgeha bilind a Îranê ve bi hevkariya îstixbaratî ya bi Îsraîlê re sûçdarkirîn.

Nasnameyên kesên ku hatine darvekirin wihaye:

Hisên Ordûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî Atbatan û Menûçehir Şahbendî Bêcandî.

Di dozê de 3 kesên din jî 5 salan heta 10 salan bi çêkirina xeteriyê li ser ewlehîya welat, alîkariya di revandinê û xwedîkirina çekan de, hatin cezakirin.

Pustên heman beş