Li Şirnexê petrol hat dîtin

Li Şirnexê petrol hat dîtin

Saziya Neft û Petrol a Tirkiyê li bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê di navbera çiyayên Cudî û Gabar de piştî lêgerînên petrolê hat ragehandin ku rêjeyekî zêde ya petrole hatiye dîtin û tê gotin ku vê gavê rezervên 150 milyon varîlî hatiye destnîşan kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê û nivîskarê rojnameya Sabah a Tirkiyê Yavuz Donat jî ragehandiye, du beramber rezervên ku naha li Tirkiyê heyî petrol li herêma Gabar a Şirnexê hatiye dîtin û li gor Donat dibêje dê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bixwe vê derbarê de mizgîniyê bide û daxuyaniyekî vê derbarê de bide.

Li gor heman nivîskarê rojnameya Sabah li ser rêya çiyayê Gabarê, li gundê Akçay a ser bi beldeya Qesrikê nêzîkî çiyayê Cudî petrol hatiye dîtin.

Saziya Petrol a Tirkiyê berî 3 salan dest bi lêkolînên petrolê li çiyayê Cudî ya Şirnexê dabû destpê kirin û petrol li wê herêmê dîtibû. Hat ragehandin ku duyem keşfa dîroka Komara Tirkiyê de li her bîreke ku tê vedan de petrol difûre. Hat ragehandin heta naha rezervên 150 milyon varilî hatine vekirin û dê berdewam bike.

Herwaha li gor çapemeniya Tirkiyê rezervên herî bi kalite yên cîhanê li Şirnexê hatine vedan û 4 bîr naha hatine vekirin û 6 wesayît jî ji bo bîrên nû vebikin kar dikin. Di bîrên ku hatine vekirin de 1300 heta 1500 bermîlên petrole tên derxistin û demekî kurt de dê rojane bigehe 20 hezar bermîlan û ev rêje du beramber rezervên ku naha li Tirkiyê heyî ye.

Pustên heman beş