Erdogan: Kobanî qediya, me tedbîrên pêwîst pêk anîn

ardogan-kobani

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Kobanî qediya. Me li Idlibê, li Kobaniyê tedbîrên pêwîst pêk anîn û em ê berdewam bin”.

Recep Tayyip Erdogan li Enqerê beşdarî 28emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Konfederasyona Sendîkayên Karsazan a Tirkiyê (TISK) bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di axaftina xwe de derbarê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: “Kobanî qediya. Em li Idlibê, li Kobaniyê tedbîrên pêwîst pêk tînin û em ê berdewam bin. Tirkiyeyeke ku ber bi krîzên çêkirî ve tê rakişandin, ne tenê çok danayne, berevajî wê, ketiye nav rabûna pêdarê ya nû û ev rabûn dê berdewam be”.

Li ser enflasyona li Tirkiyê jî ragihand: “Daneyên enflasyona meha Mijdarê ku duh hat eşkerekirin, nîşaneyên başbûnê ne. Ligel sersalê, ev başbûn dê bilez bibe û ji meha Sibata bê şûnde, kontrola enflasyonê dê bigihîje asteke hêsan”.

Pustên heman beş