Artêşa Tirkiyê gundên Kobanê topbaran dike

kobane-turkey-bombing

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûryê yên girêdayî Enqerê herdu gundên Cêşan û Gultepe yên dikevin rojihlatê bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwechê, êvara îro sêşemê 6/12/2022, hêzên artêşa Tirkiyê herdu gundên Cêşan û gultepê li herêma rojihlatê Kobanîyê ya Rojava Kurdistanê topbaran kirin, lêbelê heta niha jî, nehatiye zanîn, ziyanên wê topbaranê li ser herdu gundan çine.

Ev êrîş hemwexta daxuyanîya îro ya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Ardogan tê ku gotibû Kobanê qedya emê berdewam bibin.

Gundewarên rojihlat û Rojavayê Kobanê bi awayekî rojane ji aliyê hêzên Tirkiyê ve têne armanckirin, bi taybetî binkeyên leşkerî yên Hêzên Surya Demokratîk (HSDê) û hêzên artêşa Sûryê.

Pustên heman beş