Serokê Partiya Nûbûn Ozturk Yilmaz rastî êrîşeke bi kêran hat

Serokê Partiya Nûbûn Ozturk Yilmaz rastî êrîşeke bi kêran hat

Serokê Partiya Nûbûn Ozturk Yilmaz li Enqerê li avahiya partiya xwe ji sê cihên laşê xwe rastî êrîşa bi kêran hat û birîndar bû.

Ozturk Yilmaz got, êrişkar xwest serê wî bibirre lê negihişt armanca xwe û got jî êrişkar ser bi Erdogan in.

Yilmaz ji kanala KRT re ragihand: “Çar birînên kûr ên kêran hene, hatin dirûtin, hinek xwîn ji min çûye. Ez natirsim. Kesên ku ev êrîş encam dan, peyayên Erdogan in. Ew peyayên wan kesan in ku dixwazin li Tirkiyê aloziyê derxin. Her kes dikare were ofîsa me. Ji me re pasevanên daîmî nedan. Kî bitirse nemerd e.”

Ozturk Yilmaz Konsulê berê yê Tirkiye bû li Mûsilê û sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve dîl hatibû girtin.

Pustên heman beş