Li Rojavayê Kurdistanê cendirmeyên Tirkiyê 2 ciwan kuştin

al-hamzat-efrin-turkey-kurd

Li gundê Maratê li rojavayê bajarê Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemzat ser bi Tirkiyê derbasî malekê bûn û gulle li nav malê reşandin û di encam de ciwanekî canê xwe ji dest da û dayika wî bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 10ê Kanûnê li gundê Maratê li rojavayê bajarê Efrînê, bi hinceta gera li pey kesên peywendiya wan l gel Rêveberiya Xweser heye, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê derbasî nav malekê bûn û gulle reşandin û di encam de ciwanekî canê xwe ji dest da û dayika wî bi giranî birîndar bû.

Li gor heman çavkaniyan, heta niha polîsên serbazî û medenî ti lêkolîn derbarê vê bûyerê de ne kirine ku gelek caran bûyerên bi vî awayî li Efrînê ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyê ve dijî sivîlan hatine kirin.

 Li ser sînor ciwanekî Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin

Her wiha li gundewarê bajarokê el-Raî dema ciwanekî Sûrî dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe cendirmeyên ser sînor gule lê reşandin û di encamê de canê xwe ji dest da.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 10ê Kanûnê li gundewarê bajarokê el-Raî dema ciwanekî Sûrî dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe cendirmeyên ser sînor gulle lê reşandine û di encam de canê xwe ji dest daye. Li gor heman çavkaniyê, piştre termê wî bo nexweşxaneya bajarokê el-Raî hatiye veguhestin ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye.

4ê Kanûnê jî, li gundewarê bajarê Serê Kaniyê cendirmeyên Tirkiyê ciwanekî Sûrî dema xwestibû derbasî aliyê Tirkiye bibe kuştibûn. Li gor rewangeha navborî, ji destpêka sala 2022ê û heta niha 21 sivîlên xelkê Sûriyê di nav wan de 3 zarok û jinek dema xwestine derbasî aliyê Tikriye bibin, bi gulleyên cendirmeyên Tirkiye hatine kuştin.

Pustên heman beş