Li Diyarbekir 2 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekir 2 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê alozî di navbera alîgirên HDPê û hêzên ewlehiyê de derket, di encamê de 2 genc ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

HDP û hevgirtiyên wê xwastin li Diyarbekirê bimeşin, lê hêzên ewlekariyê dibêjin hemû cûre çalakî hatine qedexekirin û rê li ber meşê girtin û di encamê de alozî derket û hêzên ewlehiyê du genc binçav kirin.

Ev piştî wê tê, duhî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê bang li welatiyên Diyarbekir kirin ku ji bo ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin, dê îro bimeşin.

Her di wê derbarê de jî, Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê hemû çalakî û meş ji demjimêr 00:00 a 11.12.2022’an heta 23:59’an a 11.12.2022’an qedexe kirin.

Pustên heman beş