Îranê xwepêşanderekî din hat îdam kir 

Îranê xwepêşanderekî din hat îdam kir 

Dezgeha dadweriya Îranê ji bo xwepêşanderekî vê dawiyê biryara sêdaredanê da.

Ajansa nûçeyan a Mizanê ya saziya dadweriyê ragihand, Mecîdreza Rehneward sibeha roja duşemê bi tawana “dijî hikûmeta Îslamî” hat bidarvekirin.

Medyaya Îranê dibêje hukmê îdamê di 29ê Mijdarê de hat dayîn ku piştî Mecîdreza “du karmendên hêzên ewlekarîyê kuşt û çar kesên din li bakurê rojhilatê Îranê birîndar kir.”

Ev duyemîn cezayê îdamê ye li ser xwenîşandanên dawîn ên Îranê, ya yekem ji bo Mohsen Şakarî bû, ku di 8ê Kanûnê de ji ber “dij-hikûmeta îslamî” hat îdamkirin.

Di rojên derbasbûyî de, rêkxistinên navdewletî yên mafên mirovan çendîn caran rejîma Îslamî ya Îranê li ser îdamkirina xwepêşanderan hişyar kirine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di rapora xwe de dibêje, herî kêm 458 kes hatine kuştin û zêdetirî 18,000 kes di xwenîşandanên vê dawiyê de ku bi “mirina” Mahsa Emînî dest pê kiribûn.

Pustên heman beş