Ji ber gulebarana hêzên çekdar ên Îranê 2 şivanên Kurd canê xwe ji dest dan

Ji ber gulebarana hêzên çekdar ên Îranê 2 şivanên Kurd canê xwe ji dest dan

Hêzên çekdar ên Îranê li navçeyên sînorî gule 2 şivanên Kurd reşandin û dema şivan direviyan ji çiya ketin û canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, pasewanên Îranê li devera Raperîn li zozanên Gor Tîsoy yên li ser sînorê Îran û Kurdistanê gule li her du şivanên Kurd reşandin û dema wan xwastiya birevin û xwe rizgar bikin, ji çiya ketin û canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê me da zanîn, ew her du şivan Serbaz û Kamran Biraîm bira ne û xelkê gundê Bêpalan ê li navçeya Sengeser in.

Qaymeqamê Qezaya Sengeser Nehro Ebdullah ji K24ê re ragihand, ew şivan dema ji gulebarana pasdarên Îranê direviyan, ji çiya ketin û canê xwe ji dest dan.

Nehro Ebdullah diyar kir jî, şêniyê herêmê û xizmên wan her du şivanan ji bo anîna termên wan, çûne ser sînor.

Pustên heman beş