Dikandarên Çarşiya Şewitî ya Diyarbekirê di rewşeke xirab de ne

Dikandarên Çarşiya Şewitî ya Diyarbekirê di rewşeke xirab de ne

Yek ji navendên danûstana Diyarbekirê, Sûka Şewitî ji ber qeyrana aboriyê di rewşek xirab de ye. Gelek esnafên Sûka Şewitî dibêjin ji ber bihabûna kirêyên dikanan, ew hatine wê astê ku dikanên xwe bigirin.

Li Sûka Şewitî ya ku yek ji sembolên Diyarbekirê ye, 430 esnaf hene û ev sûka dîrokî bi salan e yek ji navendên danûstanê ye. Esnafên sûka dîrokî niha di rewşek xirab de ne, ji ber ku qeyrana aboriyê bandorek neyînî li wan dike. Esnaf dibêjin pêşiyê şerê xendeqan, paşê pêvajoya pandemiyê û niha jî qeyrana aboriyê. Ev her sê rewş ketin ser hev û weqifa ku berpirsê dikanan e, amadekariyê dike ku ji sala nû pê de bihayê kirêyan %100 zêdetir biha bike ku esnaf balê dikêşin ew nikarin ji bin vê rewşê derbikevin.

Dikandar Cemîl Ercan ji K24ê re diyar kir: “Ji sala 1986ê ve li vê derê esnaf im. Berê bi karekê tenê di rojekê de min dikarî ez kirêya xwe bi dest bixim lê niha mehekê ez dişixulim 3 hezar lîre dikeve destê min û kirêya min 2 hezar lîre ye. Têra debara min nake.”

Di demên dawî de êdî esnaf hatine wê astê ku dikanên xwe bigirin û heta çend esnafên Sûka Şewitî ji neçarî dikanên xwe girtine jî. Esnaf tînin zimên ku divê rewşa wan berçav were girtin da ku bikaribin karê xwe bidomînin.

Dikandar Ferhat Kurt dibêje: “Rewş wisa bidome emê jî werin wê astê ku dikanên xwe bigirin. Dibêjin dê weqif kirêyan bilind bike. Weqif di destê dewletê de ye, divê dewlet rewşa me bibîne.”

Esnafên Sûka Şewitî didin zanîn berê kesên nedikarîn ji navendên mezin ên danûstanê pêdiviyên xwe bistînin berê xwe didan Sûka Şewitî lê niha li Sûka Şewitî jî ji neçariyê bihabûn çêbûye.

Montek ku sala derbasbûyî 250 lîre bû, niha 900 lîre ye. Sedem jî ew e ku esnaf ji bo ku bikaribin kirê  bidin zamê dikin û ji ber sotemeniyê jî lêçûna veguhastinê bilind dibe.

Pustên heman beş