Siûdiyê cezayê darvekirinê da sê welatiyên Tirkiyê

turkey-sudia-ardogan

Sê welatiyên Tirkiyê ku bi armanca karkirinê çûne Erebistana Siûdiyê û li wî welatî bi tohmeta bazirganîkirina maddeyên hişber hatine dadgehkirin û cezayê darvekirinê bo wan hatiye birîn, li gor berpirsekî AKPê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser vê dosyeyê ligel berpirsên Riyadhê axifiye.

Ew hersê kesên bi navên Mehmet, Anil û Ertan xelkê parêzgeha Hatayê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê ne û karker in. Ew bi armanca karkirinê çûne Erebistana Siûdiyê û piştre peywendî ligel malbatên wan hatiye danîn û ji wan re hatiye gotin ku kurên we li ser maddeyên hişber hatine girtin.

Hersê welatiyên Tirkiyê hatine dadgehkirin û bi biryara dadwer, cezayê darvekirinê li ser wan hatiye ferzkirin. Malbatên wan daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê bi taybetî jî Erdogan dikin ku kurên wan azad bikin.

Parlamenterê AKPê yê Hatayê Huseyin Yaman bo medyaya welatê xwe ragihand ku Erdogan ligel berpirsên Siûdiyê ketiye têkiliyê û daxwaz kiriye ku ew hersê tohmetbar bo Tirkiyê bên radestkirin. Ew parlamenter herwiha dibêje, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ligel berpirsên Siûdiyê li ser xetê ye.

Parlamenterê AKPê hêvî kir û got, ew li benda mizgîniyê ne. Ev di demekê de ye heta niha hikûmeta Erebistana Siûdiyê bi fermî ti bersivek yan daxuyaniyek li ser dosyeya wan hersê kesan nedaye.

Pustên heman beş