Şerm e, guneh e, heyf e!

Şerm e, guneh e, heyf e!

Gelek cara mirov behsa helwesta nijadperestî li himber zimanê Kurdî dike. Di nava Tirkan de ev helwest wek destûrek nenivîsandiye û gelek kes otomatik hestên xwe yên nijadperestî li himber bi karanina zimanê Kurdî didin nîşandan. Zimanê Kurdî di kanal dewletê ya TRT Kurdî de tê bi karanîn û ev kanal Kurdi weşanê dike û Kurmanci, sorani û Zazakî bernameya çêdike. Lê berteka kesên wek esra Erol û hinek din ji kesayeta wan a nijadperestî tê.

Bernameyaka ATVê de ji aliyê Esra Erol ve tê rêvebirin ev bûyer rûda.

Dema jineke ku piştî demeke dirêj di bernameya Esra Erol de keça xwe dît, bi zimanê kurdî hestên xwe anî gotin, dema axavtina Kurdî hate seh kirin di cih de ATVê weşan qut kir..

Jina bi navê Besîme ya ku demeke dirêj keça xwe nedidît, nekarî hêstirên xwe bigire. Dema ku keça xwe hembêz kir û digiriya, bi kurdî hestên xwe anî ziman, ATV’yê dengê weşanê birî.

Dema Besîme bi keça xwe re bi kurdî diaxivî, keça wê Gulayê got, “Dayika min zêde bi tirkî nizane.” Keça wî gotina wî bi kurdî wergerandiye: “Kezeba min dişewite”.

Piştî demek dirêj weşan qut bû, berpirsa bernameyê Esra Erol got, “Xaltika Besîme, ez dizanim ku tu ji keça xwe re xemgîn dibî, lê ez jî dixwazim fêm bikim ka tu çi dibêjî.” Piştî hişyariya Erol dayika Besîme dest bi axaftina tirkî kir.

Gelek kesan di medya civakî debertek nîşandan û ev helwesta ATVê şermezar kirin û ev sansûra ATVê ya li ser zimanê Kurdî şermek binav kirin û ATV rexne kirin.

Serokê Giştî yê partiya DEVA Alî Babacan li himber vê helwesta ATVê bertek nîşanda ş li ser hesabê xwe yê Twitterê ev yek şermezr kir.

Babacan got: “Ev nêrîna ku, rencîde dike, Şerm e, guneh e, heyf e”

Pustên heman beş