Rejîma Sûrî hêzeke nû li Minbicê cîh kir

Rejîma Sûrî hêzeke nû li Minbicê cîh kir

Artêşa Sûrî hêzên xwe li Minbicê bi cih dike.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) da xûyakirin ku, hêza rejima Sûrî rêkirî Minbicê ji 300 leşker û çekên giran pêk tê.

Şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd ji Dengê Amerîka re got ku hêza ku rejîm dişîne Minbicê, ne bi rêketineke nû yan fermî bi Hêzên Sûrîya Demokratîk e.

“Lê, Şam û Moskow ji xwe re fersend dîtine ku sûdê ji fişar û gefên Tirkan bigrin û hebûna xwe zêde bikin”.

Hêjayî balkişandinê ye ku ne Rêvebirîya Sivîl ya Minbicê û ne jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ti daxuyanî yan helwest derbara şandina hêzên rejîmê nîşan nedane.

Dîsa, rewşa li hindurê bajarê Minbicê û gundewarên derdorê wek berê ye û ti guhertin li ser asta ewlekarî û rêvebirîyê de çênebûne.

Reşîd derheqa girîngîya Minbicê de got ku ew bajar ji alîyê jeoplîtîk ve pir stratejîk e.

“Loma, her alî dixwaze destê xwe bide ser herêmê, lê gava nêzîkatîya rejîm û Rûsya hema wisa be, ewê derî li ber tevlihevî û nakokîyan veke”.

Hêjayî gotinê ye ku Alaya 25ê di artêşa Sûrî de ku hatiye Minbicê, bi ser Rûsya ve ye jiber ku mûçe, hîndarî û fermanên xwe ji bingeha Hemêmîm ya Rûsî digire.

Di vê derbarê de medya bi ser rejîma Sûrî ve li ser torên civakî wêne û dîmen hatine weşandin ku tank, makîneyên zirxîn û topavêjên ku çûna Minbicê xwanê dibin.

Herwiha, dengê fermandarê Alaya 25ê hatiye belav kirin ku dibêje ew li enîyên bakurê Minbicê ji berava Firatê heta bajarokê Arîmê bi cîh bûne. Ew fermandar ji leşkerên xwe dixwaze ku bersîva êrîşên Tirkîyê bidin.

Li ser pirsa ku çiqas ev hêz dikare li hember êrîşa Tirkî raweste, Reşîd bawer dike ku ew hêz nikanin êrîşeke dijî bakur û rojhilata Sûrî û bi taybetî Minbicê bisekînînin.

“Hêzên rejîmê jixwe li Minbic û li hin deverên din yên wek Til Temir û Eyn Îsa hene, lê rojana artêşa Tirk bi balafir, dron û topbaranê êrîş dike. Qurbanî jî çêdibin, lê Rûs û rejîm bêdeng in.”

Reşîd helwesta Rûsya rexne dike ku dixwaze Tirkîyê li ser hesabê Rêvebirîya Xweser bide qayîl kirin û pêşnîyar dike ku Moskow navbeynkarî di navbera hikûmeta Şamê û Rêvebirîyê Xweser de bike.

Pustên heman beş