Rayedarên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî serdana Tehranê dikin

Rayedarên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî serdana Tehranê dikin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand, di rojên bê de rayedarên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî dê serdana Tehranê bikin.

Mihemed Îslamî di çarçoveya civîna Encûmena Wezîran a Îranê de ji rojnamevanan re ragihand, rayedarên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî dê di rojên bê de serdana Tehranê bikin.

Îslamî diyar kir ku pêwendiyên wan ên ligel ajansê berdewam e û hêviya xwe anî ziman ku rayedarên ajansê di vê serdana xwe de ber bi arasteya çareserkirina kêşeyan, gavan biavêjin.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî meha borî, ji ber bersivnedana Îranê ya li ser pirsyarên ajansê yên derbarê dîtina şûnwarê uranyûmê li sê baregehên ranegihandî yên Îranê, biryarnameyek li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihandibû, li hember vê yekê, Îranê asata pêtandina uranyûmê, %60 zêde kiribû.

Pustên heman beş