Pêşmerge Çiyayê Qereçox operasyoneke leşkerî encam da

Pêşmerge Çiyayê Qereçox operasyoneke leşkerî encam da

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê li dijî DAIŞê operasyoneke leşkerî li dar xist.

Ragihandina Wezareta Pêşmerge ragihandriye  roja 14ê Kanûna 2022ê, lîwaya 18 a Wezareta Pêşmerge li quntara Çiyayê Qereçox operasyoneke serbazî li dijî terorîstên DAIŞê encam daye.

Herwiha operasyona li gundên li quntarên Çiyayê Qereçox hat lidarxistin, armanca operasyonê paqijkirina herêmê ji terorîstên DAIŞê bûye bû.

Di vê derbarê de Lîwa Ziryan Îsmaîl Xelîfe Fermandarê Lîwaya 18 a Piyade ragehand ku, piştî operasyonê jî dê operasyonên bi vî rengî berdewam bin, Pêşmerge hertim hişyare li hember her liv û tevgera terorîstan DAIŞê.

Herçend hêzên Iraqê li herêmê hene jî terorîstên DAIŞê li ber sîbera wan dest bi tevgerê kiriye. Lêbelê ji bo rêlibigertina DAIŞê hêzên Pêşmerge li herêmê operasyonên leşkerî pêk tînin.

Pustên heman beş