Îro Roja Ala Kurdistanê ye

Kurdistan-flag-day-info

Îro 17ê Berfanbarê, Roja Ala Kurdistanê ye û li saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê û welatiyên Kurdistanê, vê rojê pîroz dikin.

Bi boneya Roja Ala Kurdistanê, Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê li dibistanan çend çalakiyên pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê li dar dixin.

Roja Ala Kurdistanê bi coşeke mezin li sazî û dibistanên giştî yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û gund û bajarokên girêdayî wan tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da, êdî her sal roja 17ê Berfanberê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li seranserî her çar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.

Wateyên sembol û rengên Ala Kurdistanê:

Rengê Sor: Şoreş, xwînrijandina di şer de, wêrekî, hêz, wekhevî.

Rengê Zer: Ronahî, moral, agir.

Rengê Spî: Aştî, aramî, agirbest.

Rengê Kesk: Keskahî, welat, parastin.

Pustên heman beş