Li Diyarbekirê 20 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê 20 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Diyarbekirê di encama operasyoneka berfireh de nêzikê 20 kesan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Li bajarê Diyarbekirê hêzên ewlehiyê îro avêtin ser hejmarek ji malan û nêzikî 20 kesan binçav kirin.

Li navenda hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê, lêpirsîn bi kesên hatine binçavkirin re tên kirin.

Heta niha sedema binçavkirina van kesan nayê zanîn, lê ev operasyon di demekê de tê kirin, duhî li bajarê Diyarbekirê paseka polîsan bi otomobîleka bombebarkirî hatibû armanckirin û di encamê de heşt polîs birîndar bûbûn.

Pustên heman beş