Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Kobanê kirin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Kobanê kirin

Piştî êrîşên dawî yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, yekem gera çavdêriya hevbeş a di navbera hêzên Rûsî û Tirkî de li gundên Kobanê hate kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, duhî 19ê Berfanbarê yekem gera hevbeş di navbera hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê de li gundê Kobanê hate kirin. Gera çavdêriyê ji gundê Aşmê yê 20 km dikeve rojavayê Kobanê dest pê kir û li gundê Tel Şiîr yê 4 km nêzî Kobanê ye bi dawî bû.

Di gera hevbeş de 8 wesayitên zirxî yên Rûsî û Tirkî beşdar bûn û 2 helîkopterên Rûsî jî ji asman ve ger dişopandin.

Piştî êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Tirkiyê bi bihaneya xirabûna rewşa keşûhewayê çend caran gerên hevbeş ên bi Polîsên Leşkerî yên Rûsî re red kiribû.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin ku ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî hatibû kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” bi taybetî mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê di navbera Sûriye û Tirkiye de.

Pustên heman beş