Derbarê teqîna Diyarbekirê de 4 kes hatin girtin

Derbarê teqîna Diyarbekirê de 4 kes hatin girtin

Piştî êrîşa bombeyî ya li dijî wesaîta polîsan ya ser Rêya Mêrdînê rû dabû, ji 20 kesên hatine binçavkirin, 4 kes hatin girtin.

Di 16ê Berfanbarê de li Diyarbekirê ser rêya Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta zirxî ya polîsan de otomobîleke bomberbarkirî hat teqandin û di encamê de 8 jê polîs 9 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsînê de 21 kes hatin binçavkirin û piştî wergirtina îfadeyê 20 kes bo dadgehê hatin rêkirin.

Hat zanîn ku îro 20ê Berfanbara 2022yan, ji wan 20 kesan 4 kes hatine girtin, 2 kes bi merc bi tevahî jî 16 kes hatine berdan û 1 kes jî hîn di avahiya Asayîşa Diyarbekirê de ye.

Pustên heman beş