CENTCOM: Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat desteserkirin

CENTCOM: Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat desteserkirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, bi rêya helîkopterê ve di nava 48 demjimêrên borî de sê êrîşên cuda li rojhilatê Sûriyê û bi ser çendîn çekdarên DAIŞê de hatin kirin û serkirdeyekî diyar ê DAIŞê hat desteserkirin.

CENTCOM di daxuyaniyekê de eşkere kir, di çarçoveya 3 êrîşên cuda de bo ser baregeh û pêgehên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê, pênc çekdarên DAIŞê û serkirdeyekî diyar ê wê rêxistinê hatin desteserkirin.

Herwiha eşkere kir, yek ji wan kesên hatine desteserkirin, destê wî di cîbicîkirina êrîşan de li Sûriyê hebûye û serkirdeyekî diyar ê wê rêxistinê ye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Sûriyê, bi serkirdetiya Amerîkayê, bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.

Pustên heman beş