Pêngava fesadiya PKK ê ya nû: PDK ê êrîşa Perexê daye kirin

Pêngava fesadiya PKK ê ya nû: PDK ê êrîşa Perexê daye kirin

Medya ya PKK ê di van du hefteyên dawî de pêngavekî manîpulasyonê ya nû daye destpê kirin. Armanca vê pêngavê ew e ku têgihiştinekî wiha; “PDK û Tirkiye bi hev re li dijî hikûmeta nû ya Iraqê planan dikin” çêbike.

Herî dawî xebatkarê HPG Bîm ê Kurtay Serhat nivîsek bi navê “Komkujiya Perex, PDK û plana esasî” hat weşandin. Di nivîsê de de senaryoyek pêkenok hat amadekirin ku êrîşa Perex rastî plan û zanîna PDK ê pêk hatiye. Medyaya PKK ê ji bo vê şanoya xwe bi gel bide bawer kirin hinek derewên bi zengil jî pêva kirin e.

Yekemîn agahiya derew a nivîsa Kurtay wiha ye; Ne tesaduf e ku medyayên ser bi PDK ê û bi taybetî Mesrûr Barzanî di dema komkujiyê de û beriya wê jî li wir bin, wesayitên weşana zindî jî li wir amade bûn” Bi rastî jî rewşek wisa tunebû. Medyaya Ereb û Kurd bi hevdemî yekem agahî parve kirin ku li Perexê sivîl hatine gulebarankirin. Yên ku agahî belav kirîn jî geştîyarên di wê bûyerêda bûn. Di nava medyaya civakî de demildest belav bûn. Bûyer her kesûkarên qurbanîyan belav kir. Yên li wir rastî êrişa Tirkan hatî di torên komalayetî de video û wênên vê bûyera xemgîn parve kirin.

Ya duyemîn Kurtay Serhad Got: “PDK ê dewleta Tirk agahdar kir ku sivîl hene û kordînat dan. Lê PDK ê nizanibû ku Ereb li wir hene. Dema ku qurbanî Ereb bûn plana PDK ê jî pûç bû.” Bi gelemperî,  seyrangeha Perex rojane pêşwazî bi hezaran geştîyarên Ereb dike. Bi otobusên mezin li seryrangehên başûr digerin. Piraniya wan Ereb in. Herwiha hemû otombîlên derbasî seyrangehan dibin ji xala kontrolê ya hêzên Pêşmerge û asayişê re derbas dibin. Yanî ne mimkûn e ku nasnameya wî cemawerê çûne wir neyên zanîn.

Hêjayî gotinê ye jî ku piştî rûdana bûyerê, wezîrê derve yê hikûmeta Iraqê Fûad Husên (rêveberekî payabilind yê PDK ê ye) beşdarî Tv bû û bi eşkere gotiye. “Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, ne mimkûn e ku artêşa tirk nizanibin ku ew sivîl in.” Bi vî awayî Tirkiye şermezar kir.

Her wiha di warê manewî û darayî de ya ku herî zêde zirar dît ji êrîşa Perex, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Hûn dikarin li analîza ku DarkaMazi berê li ser vê mijarê weşandiye binêre: https://darkamazi.info/archives/1031377

PKK dixwaze hikûmeta nû provoke bike

Kurtay Serhad keseke ku herî dawî li ser navê HPG ê di medyaya PKK ê de cih girtiye û agahî dide û şîroveyan dike. Yanî mijara gotinên wî ji alîyê Mirad Qarayilan ve tên dîyarkirin. Çapemeniya PKK ê ji yek navendê tê meşandin. Ango kesek nikare ji ber xwe ve tiştekî binivîse û belav bike. Her çend nivîs li ser navê Kurtay be jî nîyet û plana PKK ya ku dixwaze bi vê derewê têgehekî dijî Kurdistanê li cem rêveberiya Bexdayê ya nû de çê bike eşkere ye.

Kurtay Serhad bi kurtî di nivîsa xwe de hewl dide û dibêje, “Êrîşa Perexê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK ê hatibû plankirin û Kazimî serokwezîrê Iraqê yê wê demê jî hevkarê wê bû. Kazimî ji bo ku Ereb bertek nedin li ser bûyerê girt. Li şûna ku Sadir bertekên gel ber bi Tirkiyeyê ve bibe, gel li dijî Meclîsê seferber kir.”

Wek tê zanîn PKK dilgiran e ji wê yekê ku PDK ê di avakirina hikûmeta nû û hilbijartinên serokomariya Iraqê de roleke bibandor lîst. Her wiha PKK ji pêkanîna rêkeftina PDK ê ya li gel pêkhateyên hikûmeta nû nerehet e. Ji bo vê jî hewl dide hin derdorên Şîe yên li Bexdayê ku têkiliyên wan yên demdirêj bi wan re hene provoke bike û nakokiyên nû di hikûmetê de çêbike.

PKK pê nerehete ku pasewanên sînorî yên ser bi Iraqê ve li xalên sînor hatine bi cîh kirin

Ew bi taybetî ji rêkeftinên vê dawiyê yên di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de ji bo parastina sînorên li gel Iraq û Îranê nerehet e.

Di 12ê Kanûnê de şandeke Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê çûbû Hewlêrê. Li ser cîbicîkirina biryara parastina sînorên Iraqê ji êrişên Tirkîyê û Îranê gotûbêj kir. Di hevdîtinê de li ser danîna parêzvanên sînor li 26 xalên sînor lihevkirinek hat kirin. Ev peyman bi şertê ku hêzên pêşmerge piştgirîya hêzên zêrevanên sînor bikin, hat erêkirin. Ev biryar rastî berteka Pkk ê hat. Çapemeniya PKK ê nûçeyên weke ev biryar pêk nayê, belav kirin.

Ji ber ku peymana parastina sînor peymanek e ku dê planên cuda û hevpar ên PKK û heta dewleta Tirk têk bibe. Ji ber ku bicihkirina hêzan di wan xalên diyarkirî de tê wê wateyê ku PKK nikare weke ku dixwaze alozîyan derbixe û Pkk bilez ji bo pêşîgirtina li vê yekê ket nava liv û tevgerê.

PKK ê berê xwe zivirand Bexda

PKK ê ji bo xwe bigihîne rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedarên derdora Haydar Abadî û Nûrî Malikî ku bi wan re têkiliyên demdirêj hebûn û bi Îranê re peyman çêkiribû, dest bi pêngaveke nû kir. Bi şandina hin kadro û endamên medyayê yên Erebî dizanin bo Bexdayê hewl dide bi van kesan re têkilî deyne. Bi vî awayî dixwaze hikûmeta nû û hevkarên wê li dijî PDK ê provoke bike. Bi taybetî jî bi gotinên “PDK, Sadr, Kazimî û Tirkiye li dijî we şirîkên hev bûn” bi vî şêwazî dixwaze nakokiyên berê heyî kûrtir bike.

Pustên heman beş