Êrîşa Perexê komployek li dijî Herêma Kurdistanê ye

Êrîşa Perexê komployek li dijî Herêma Kurdistanê ye

Di 20ê Tîrmehê de hêzên dewleta Tirk a êrişek li ser gundê Perexê ku di bin rêveberiya Xweseriya Zaxo de ye kir û encamên vê êrîşa hûvane em ê bêtir nîqaş bikin. Lê ev mijar bi taybetî ji bo Kurdan girîngiyeke jiyanî ye. Berpirsiyarên vê bûyerê, divê em ji nêz ve bişopînin û encamên wê rast bixwînin.

Êrîş ne tesadufî bû, di çarçoveya stratejiyekê de hatiye kirin.

Tirkiye li Rojhilata Navîn pêkhateya herî paşverû, neteweperest û faşîst e, polîtîkayeke berfireh dişopîne û serpereştîya fermana dij-Kurd dike. Cîyê ku Tirkiye bikevê li wir mirinê, asîmîlasyonê û teslîmiyetê ferz dike. Lê rast bêjim, ew luksa me kurdan nîne ku em tenê bi hest û drûşmên tolhildanê nêzî vê bûyerê bibin. Nemaze ew luksa me kurdan tune ye ku em li pêşberî hikûmeta navendî ya Iraqê rawestin û çep û rast dijminatiyê bikin. Ji ber ku bûyer ne bi tesadufî pêk hatiye û xwedî kûrahiyeke stratejîk e.

Bi kurtî mirov dikare bibêje: “Êrîşa Perexê komployek li dijî Herêma Kurdistanê ye.” Ji bo vê divê em hişyar bin. Divê em planên kûr ên li pişt bûyeran bibînin.

Dixwazin Herêma Kurdistanê ji pêkhateyên Şîe û Tirkan re bikin gorepana şer

Êrîşa Perex ne li dijî geştyarên Ereb bû, lê li ser hebûna Herêma Kurdistanê, statuya wê ya federal di nava Iraqê de û erka wê ya stratejîk a berz bû. Aliyê êrîşkar Tirkiye ye. Tirkiye avahiyek metirsîdar e, lê hêzên din ên metirsîdar li Iraqê hene ku di bin navê êrişî Tirkiyê dikin de, bi rastî dixwazin êrişî Herêma Kurdistanê bikin. Hêzên kaosê îxrac dikin dixwazin vî şerî veguherin nakokiya navbera Tirkiye û pêkhateyên Şîe û vî şerî li ser xaka Herêma Kurdistanê bikin. Bi awayekî zelaltir û misoger bibêjîn, dixwazin şerê ku ji sala 2019an ve li ser xeta Behdînan-Zagros-Xaxurkê bi awayekî aktîf tê meşandin, veguherînin xeta Hewler-Kerkûk-Mûsilê û vê carê jî pêkhateyên Şîe jî tê de beşdar bikin. Dariştina vê planê ne nû ye ji kevin da ev xeyal hebûn. Di rastiyê de ev plana ku kolonyalîst ji sala 2004 an ve dema ku Herêma Kurdistanê statuya xwe ya îdarî-sîyasî bi dest xist û vir ve ev hewl metirsîdar tên meşandin.

Êrîşa şîeyan ya li dijî Tirkiyeyê ya li Iraqê rewa bû

Nakokiya di navbera Şîe û Tirkan de xwediyê kevneşopîyeke dîrokî ye. Lê bi taybetî di van salên dawî de nakokiyên navenda Sûriyê û Iraqê zêde bûne. Şîe bi awayekî cidî ji dijminatiya xwe ya li hemberî Tirkiyeyê motîve dibin. Rastiya ku piraniya kesên ku di vê êrîşa dawî de jiyana xwe ji dest dane Erebên Şîe ne, dikare bibe sedemek ji bo rewakirina êrîşa ku milîsên Şîe dixwazin li Iraqê li ser Tirkiyê bikin. Lê di encam de her du alî jî dixwazin herêma Kurdistanê ji nav bibin.

Dibe ku pêkhateyên Şîe di nava Kurdistanê de jî êrişî Tirkiyeyê bikin

Niha di vî cewê hestyarî de dibe ku ev metirsî derkeve holê: “Pêwîste pêkhateyên milîsên Şîe ku li dijî Tirkiyê tevdigerin û heta artêşa Iraqê jî bixwaze Herêma Kurdistanê bike navenda nakokiyên ligel Tirkiyê. Êrîşên Heşda Şeibî yên li dijî baregeha Tirkiyê ya li Başîqa niha dikarin li bajar û deverên din jî pêk werin.”

Bi taybet gelek hêzên Şîeyên radîkal ên ku di bin navê Heşdî Şeibî de li Iraqê kom bûne, dijminatiya Tirkiyê dikin û bi rastî êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Van hêzan heta niha bi mûşekan li gelek cihan xistine, di nav de navenda bajarê Hewlêrê û tesîsên xazê yên Kormor jî heye.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji dema bûyera 20 ê Tîrmehê û vir ve hema hema her şev ji Bexdayê di medyaya erebî de nûçeyek tê belavkirin: “Çekdarên Iraqî li baregehên Tirkiyê yên li Amêdî yê xistin”. Yanî pêkhateyên Şîe û hêza kûr a li pişt wan niha dixwazin mûşekên xwe biavêjin ne tenê Hewlêrê bavêjin dihok û deverên din jî. Ev xeteriya herî mezin e.

Gelo Hikûmeta navendî ya Iraqê cihê bawerê ye?

Metirsiya duyemîn a mezin jî ew e ku Iraqê dixwaze artêşa xwe derbasî hundirê Herêma Kurdistanê bike û vê bûyera dildax ji xwe re bike hincet. Di rastiyê de artêşa Iraqê ji destpêka meha Tîrmehê ve 3 caran xwestiye hêzên xwe li ser xeta Qadir Kerem-TuzXurmatu bi cih bike û Hêzên Pêşmerge rê nedane wan. Niha, vê carê, dibe ku bixwazin bi hêzên artêşê yên fermî, ne bi pasawanên sînor, werin cihên mîna deverên Heftanîn. Divê ev hewlên Iraqê di nava vî cewê hestîyar de normal neyên dîtin.

Divê Kurd nebêjin “Bila artêşa Iraqê were van deran biparêze”. Ji ber ku divê em bizanibin ku dewleta Iraqê tu carî Kurd weke parçeyekî xwe nedîtiye. Berî niha bi çend rojan di 18 ê Îlona 2017 ê de artêşa Iraqê zêdetirî mehekê, 18 ê Îlona 2017 ê li ser xeta Silopî û derwazeya Gûmrika Birahîm Xelîl tetbîqata leşkerî pêk anî û gef li Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwar. Em baş dizanin ku desthilatdarên Iraqê ne serbixwe ne û ew nikarin statuya Herêma Kurdistanê bidaqûrtînin.

Dewleta Iraqê heta niha li dijî Tirkiyê yek gav neavêtiye. Tevî bangewaziyên Herêma Kurdistanê jî ti tişt ji bo pêşîgirtina li artêşa Tirk a dagirker nekirî ye. Êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2018an û vir ve li Kurdistanê pêk tên tenê bi zimanekî şermoke şermezar kir. Helwestek tûnd li dijî Tirkiya negirt. Niha dixuye ku armanca dewleta Iraqê ne rawestandina dewleta Tirk e, dixwaze ji vê rewşê sûd werbigre; hem bi Tirkiyê re bikeve nava bazare kê û pêşvecûna Herêma Kurdistanê sînordar bike.

Ger em rasterast bibêjin, xala vê danûstandina veşartî ya di navbera Iraq û Tirkiyê de vedigere ser firotina xaz û petrola Herêma Kurdistanê. Lê herêma Kurdistanê Îdareyeke Federel a fermî ye. Ew ne weke rêveberiya Rojava ye ku tercîhên xwe di navbera du dagirkeran (Sûriye-Tirkîye) de bike.

Tirkiyê bi zanebûn lêdan

Cihên ku Tirkiye li derdora Perex girtî li ser herêmê serwer e. ango hêzên Tirkîyê deverê bi nêzîk de dibinin. Dizanî ku ew cîh havîngeha sivîlan e. çi îhtimalên şaşîtî û xeletîyê ji bo vê êrişê nîne. Yanî Tirkiye bi qestî xelkê wir gulebaran kiriye. Her wiha pir balkêş e ku ev êrîş piştî hevdîtina bi serokê Îranê Reîs, Pûtîn û Erdogan li Tehranê pêk hat. Her wiha balkêş e ku rojek piştî ku Erdogan gotibû, “Divê Emerîka ji Rojhilatê Firatê derkeve” pêk hat. Pirsên ku weke Erdogan di lûtkeya Tehranê de çi xwest û çi nekarî bi dest bixe wê bi demê re zelal bibe. Em tenê dizanin ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Perex êrîşeke bi zanebûn bû.

Dema em ji hemû aliyan ve liv ê bûyera dildax binerin, heta yên ku di vê nivîsê de cih nagirtin jî, em dibînin ku “Êrîşa Perex êrîşeke ku li dijî hebûna Herêma Kurdistanê hatîye kirin”. Di serî de divê ku em vê yekê bibêjin. Divê gelê Kurd weke serdema berê ya dîrokê nebin qurbaniyên şerê Şîe û Tirkan. Li ser vê yekê divê em hemû li dora parastina hebûna Herêma Kurdistanê bicivin û destkeftên xwe yên neteweyî biparêzin.

Pustên heman beş