Bi sedema PKKê parlamentoya Tirkiyê parlmentereka HDPê derxist

hdp-semra guzel

Parlamentoya Tirkiyê îro deng li ser standina mafê parlamenteriyê ji destê Semra Guzel dide.

Îro li Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, dengdan li ser standina mafê parlamenteriyê ji destê Parlamentera HDPyê ya zindanîkirî Semra Guzel bi rê ve diçe û dê bi egereke mezin mafê parlamenteriya wê ji destê wê were standin.

Semra Guzel piştî ku wêneyên wê yên digel gerîlayekî PKKê belav bûbûn, di 1ê Adarê de parêzbendiya wê hatibû rakirin û 2ê Îlonê de jî hatibû girtin.

Ji bo Parlamentera HDPê Semra Guzel bi tohmeta endamtiya PKKyê 15 sal cezaya zindanîkirinê tê xwestin.

Pustên heman beş