Çin: Divê Tirkiye demildest êrişên xwe li Sûriyê rawestîne

china-turkey-rojava-syria

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang ku li Encûmena Ewlekariyê ya NYê axivî, Tirkiye ji ber êrîş  gefxwarina destpêkirina operasyoneke bejayî li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê rexne kir û got: “Divê Tirkiye van êrîşan demildest rawestîne”.

Di lûtkeya li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  ya bi mijara “Sûriyê” de  di navbera nûnerên Çîn û Tirkiyê de nîqaş derket.

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang di lûtkeyê de axivî û diyar kir ku rewşa ewlekariya Sûriyê ev demeke aloz bûye.

Geng Shuang got: “Tirkiyê gelek caran bi êrîşên asmanî û topan êrîşî bakurê Sûriyê kiriye û gefa destpêkirina operasyonên bejayî berdewam dixwe. Îsraîl jî gelek caran êrîşî hedefên li ser axa Sûriyeyê kir. Sûriye dewleteke serwer e. Her operasyoneke leşkerî li ser xaka wê, bêyî razîbûna Hikûmeta Sûriyê her bi çi behaneyê jî b dê bibe sedema binpêkirina serwerî û yekparçebûna axa wê. Em bang li Tirkiye û Îsraîl dikin ku demildest êrîşên li ser sînor rawestînin û bi diyalog û şêwrê çareseriyekê bibînin”.

Shuang anî ziman ku divê “hebûna hêzên biyanî ya neqanûnî ya li ser axa Sûriyê” jî were bidawîkirin, diyar kir ku pirsgirêka li Sûriyê tenê bi rêyên siyasî çareser dibe”.

Di berdewamiya axaftina xwe de Shuang got: “Çareseriya siyasî çi qas zû pêk were, dê gel jî zû ji êş û azarên xwe xilas bibe. Biryara bi hejmara 2254 nûneratiya lihevhatina navdewletî li ser proseya siyasî ya Sûriyê dike û divê bi temamî were cîbicîkirin”.

Dîplomatê Çînî da zanîn ku ew piştgiriyê didin hewldanên Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ji bo cîbicîkirina biryara 2254ê û got, ew hêvî dikin ku Komîteya Destûrî di zûtirîn dem de bicive.

Tirkiyê red kir

Piştî rexneyên Geng Shuang, Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Feridun Sinirlioglu bersiva wî da û wek her car ev êrişa Tirkiyê wek parastina axa xwe binav kir.

Feridun Sinirlioglu got, “Mafê ti welatekî nîne ku di rûbirûbûna terorê de dersan bide me. Îro dema ku em sînorên xwe diparêzin û xelkê xwe diparêzin, hinek alî wî mafî di xwe de dibînin, ji mere bêjin çi bikin yan çi nekin, lê em vê yekê red dikin”.

Pustên heman beş