Kî bêhtir evîndarê dewletê ye?

Kî bêhtir evîndarê dewletê ye?

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di derbarê hilbijartinan de û ne kifşkirina muxalefetê ya berbijêrê serokkomariyê de daxûyaniyek belav kir. Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîtina xwe dibêje û li gora xwe şîreta li muxalefeta heyî dike.Demirtaş bi israr behsa parastina dewleta Tirk dike û vê dewletê wek dewleta hevbeş a 85 milyona dide nîşandan. Rastê ev evîna Demirtaş a dewletê gelek berbi baweriyên xeterve diçe. Dixweyê li ser evîna Cumhuriyeta Tirkiye pişbirek di navbera Ocalan û Demirtaş de destpêkiriye, Ka ya bi xêr dê kî îspat bike ku, bêhtir evîndar e.

Daxûyaniya Demirtaş bi vî awayî ye:

“Em diçin hilbijartinan da ku “kursiya” bi hêza herî mezin a cîhanê, bi awayekî stratejîk bi dest bixin. Divê armanca me hemûyan ev be ku em vê meqamê radestî xwediyê wê yê rasteqîn, yanî raya giştî bikin. Nîqaşa li ser navan tê wateya dûrketina ji armanca ku min diyar kiriye.

Di vê dema krîtîk de divê her aktorekî siyasî yê ku ji dil û can baweriya xwe bi demokrasiyê tîne, berpirsyariya avakirina dewletê jı nüve bigire ser milê xwe. Luksa tu kesî tune ku kesekî ji vê qadê dûr bixe.

Her aktorek siyasî, di nav de yên ku di bin gefa qedexekirina siyasî an jî hilweşandinê de ne, ji bo ku welat derbasî demokrasiyê bibe, divê ji erkên ku beriya hilbijartinê yan piştî hilbijartinê bikevin ser milê wî amade be.

Ji bo dîtina serdema krîtîk a ku em tê de ne wek hêz an kursî parvekirina firsendên dîrokî ye. Komara Tirkiyeyê ya me hemûyan e, lewma erkê me hemûyan e ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û ji bo berjewendiyên gel fedakariyê bikin.

Erka rûmeta me ya gelan e ku em li pey îdealên azadiyê bin, ne xeyalên kursiyan.

Yekane rêya avakirina siberojê bi awayekî saxlem sazîkirina demokrasiya tam e. Ji ber vê yekê hemû partî û rêveberên siyasî yên ku baweriya wan bi demokrasiyê heye, parçeyekî xwezayî yê vê pêvajoyê ne. Niha divê dawî li nîqaşên qirêj bê anîn û xebateke xurt bê meşandin.

Niha dema li ser esasê prensîba dema hev hemêzkirinê ye,ne dema ji hev dûrketinê ye. Bi vê nêzîkatiyê wê her kes bi ser bikeve û 85 mîlyon qezenc bike.”

Tişta ku Demirtaş dibêje ev e. Gelo hevceyê şiroveyekî ye? yan her tişt vekiriye?

Pustên heman beş