Hulusî Akar: Îsal me 3 hezar û 982 çekdarên PKK’ê kuştine

Hulusî Akar: Îsal me 3 hezar û 982 çekdarên PKK’ê kuştine

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, “ji destpêka îsal heya niha li nava Tirkiyê û li Bakurê Sûriyê (Rojava) û Iraqê (Başûrê Kurdistanê) 3 hezar û 982 çekdarên PKK’ê hatine kuştin.”

Hulusî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi nûnerên Enqereyê yên saziyên çapemeniyê re civîya û derbarê xebatên salê yên wezareta berevaniyê ya Tirkiyê da axivî.

Hulusî Akar Destinîşan kir ji 1ê çileyê pê ve li ser sînoran 256 hezar û 199 kes hatine astengkirin û 8 hezar koçberên bêdestûr û 820 kesên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine xapandin teslimî hêzên ewlehiyê kirine.

Her weha Akar destnîşan kir di herekata Pençe-Kilîtê da 506 çekdarên PKK’ê hatine kuştin û got ku nêzîkî 2 hezar mayîn/teqemeniyên destçêkirî û 600 şikeft, stargeh û tunêl hatine jinavbirin.

Pustên heman beş