Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî di êrîşa Parîsê de jiyana xwe ji dest da

evin-goyi-pkk-kck-paris-info

Hate hînbûn ku endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî jî yek ji wan kesên ku di êrîşa li ser Kurdan a li Parîsê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Di encama vê bûyerê de sê Kurdistanî yan jiyana xwe wenda kir.

Di 23 ê Kanûnê de di êrîşa ku li Navenda Çandê ya Ehmet Kaya, xwaringeh û kuaforê hat pêkanîn de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî vê hate zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane hunermendê Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin), Abdurrahman Kizil û Emîne Kara bi navê kod Evîn Goyî ne.

Hate hînbûn ku Emîne Kara endama konseya rêveber a KCKê ye.

Emîne Kara- Evîn Goyî kî ye?

Emîne Kara ku li bajarokê Hîlal a Qelabanê (Uludere) ji dayik bû, di sala 1988 an de tevlî nava refên PKKê bûye. Hat diyarkirin ku Kara dema tevlî PKKê bûye 12 salî bû. Piştî ku bi salan li herêma Botanê ma, hat zanîn ku li herêmên Behdînan, Qendîl û Xaxurkê tevlî şer bûye. Evîn Goyî ku herî dawî di sala 2013 an de ji bo Konseya Rêveber a KCKê hat hilbijartin, ji bo xebatên çandê yên li Rojava tê erkdar kirin.

Hate diyarkirin ku Kara ji sala 1999 an û vir ve bi pirsgirêkên giran ên ortopediyê re rû bi rû maye, di van salên dawî de ji ber ketina dîska pişta xwe nikare hereket bike û ji ber vê yekê şandine Ewropayê. Kara havîna 2020 ê ji Silêmaniyê diçe Fransayê. Li wir daxwaza penaberiyê dike.

Malbata Emîne Kara li kampa Mexmûrê ya penaberên Herêma Kurdistanê dijîn.

Ma Evîn Goyî bi taybetî tê armanc kirin?

Çavkaniyên ku Darka Mazî agahdar kirî, diyar kirin ku Evîn Goyî endama komîteya çand-huner a PKK-KCKê ya Ewropayê ye û her wiha endama koordînasyona PJAKê ya Ewropayê jî bû.

Hate zanîn ku Emîne Kara di nava PKKê de xwedî kesayeteke siyasî ya pir bi bandor nebû, loma jî îhtîmal e ku ew bi teybet hatibe armançkirin kêm e.

Pustên heman beş